Salvegera 5. a destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê

Şervanên QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 5’emîn salveger 5 sal di ser rizgarkirina Bajarê Minbicê de derbas bû.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil da zanîn ku Rizgariya Minbicê ji têkçûyîna DAIŞ’ê li Baxozê bû bingeh.

Di dawiyê de Şerwan Derwîş jî diyar kir ku bi rizgarkirina Minbicê ve hewldanên aliyên dijberê vê pêngavê jî têk çûn û diçin.

Bajarê Minbicê ku di 21’ê Çileya 2014’an ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin, di 1’ê Hezîrana 2016’an ji hêla hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkrin.

Ev pêngav bû xalekeke veguherînê di şerê li dijî DAIŞ’ê û derbeyeke xurt a li dijî projeyên dewleta Tirk li Sûriyê.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku 500 şehîd û sedên birîndaran berdêl dan, di 12’yê Tebaxa 2016’an de tevahî bajar rizgar kirin.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil derbarê salvegera rizgarkirina Minbicê, ji ajansa Hawarê re axivî û got:

“Minbic paytexta duyemîn a çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê bû, ji ber wê rizgarkirina wê bandoreke mezin li DAIŞ’ê kir.

Rizgarkirina Minbicê ji bo têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê bû piştgiriyek mezin.

Rizgarkirina Minbicê bi serkêşiya fermandar Feysel Ebû Leyla û şehîdên hevrêyên wî hate destpêkirin, ku piştî şehadeta wî jî pêngav bi navî wî hat naskirin.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî derbarê mijarê de ev nirxandin kir:

“Şervanên QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê di dirêjiya 75 rojan de destanên qehremantiyê nivîsandin û rizgarkirina bajêr ji qirêjiya terorê hilgirtin ser milên xwe.

Pêngava rizgarkirina Minbicê bû destpêk ji operasyonên rizgarkirina Tebqa, Reqa û Dêrazorê re.”

Şervan Derwîş eşkere kir ku parastina xakê ya ku bi xwîna şehîdên qehreman hatiye avdan û gihandina keştiyê ber bi bejahiyê ve di berpirsiyariya wan de ye û ewê vê kedê xwedî derkevin.

Di dawiyê de Şerwan Derwîş diyar kir ku bi rizgarkirina Minbicê ve hewldanên aliyên dijberê vê pêngavê jî têk çûn û diçin.

Back to top button