Li Hesekê teqîn bi motorsklêetekî bombebarankirî pêk hat, 1 mirî û 4 birîndar

Li gundê Humir ê 3 kîlometre dûrî bajarê Hesekê ye Teqînek pêk hat, sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 4 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçeghînanê me ku ji rêveberiya Asayîşa Hesekê wergirtin, teqîn bi rêka motorsklêtekî bombebarkirî se’et 10’an pêk hat.

Di encama teqînê de welatiyê bi navê Hisên Mihemed Elî yê 39 salî jiyana xwe ji dest da û yek jê zarok 4 kes birîndar bûne.

Ji birînadaran navê zarokê bi navê Mihemed Mehmûd Ibrahîm ê 11 salî hate naskirin.

Piştî teqînê hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê bûyerê dorpêç kir û derbarê teqînê de lêkolîn da destpêkirin.

Gundê Humir li ser riya Kampa Holê ye û ji ber mezintirîn kamp li wê derê ye, tevgera wê riyê zêde ye.

Back to top button