Mihemed Reşîd: Divê civaka navnetewî hesab ji dewleta Tirk bixwaze

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd destîşan kir ku Polîtîkayên dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina demografiya herêmên dagirkirî de têne kirin. Reşîd bang li civaka navneteweyî kir ku yekser destwerdan bikin, hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şax Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd destnîşan kir ku guhertina demografî beşek ji komployekê ye ku ji beriya gelek salan ve hatiye xêzkirin.

Her wiha polîtîkayên dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina demografiya herêmên dagirkirî de têne kirin.

Mihemed Reşîd îşaret pê kir ne dûr e ku herêm bi Lozaneke din re rû bi rû bimîne nexasim ku dewletên Kendava Erebî û hinek dewletên Ewropî piştgiriya dewleta Tirk dikin ji bo ku vê komploya xwe pêk bîne.

Reşîd piştrast kir ku dewleta Tirk bi desteka rêxistinên qaşo xêrxwazî û mirovî ne van mêtîngehan ava dike û ev siyaset ji 2013’an ve tê meşandin.

Reşîd got:

“Dewleta Tirk lez dide xebatên qutkirina beşên axa Sûriyê, ji bo ku tev li axa xwe bike.

Şêniyên resen ên li herêmê bi kar tîne, nasnameyên wan ên rast diguhere û nifusa wan weke ku Turkmen in qeyd dike.

Ev yek ne tenê li dijî Kurdan pêk tîne, di heman demê de li dijî Erebên li herêmên dagirkirî di nav de Serê kanî û Girê Spî para xwe ji van siyasetan girtiye.”

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şax Efrîn-Şehbayê bêdengiya rêxistinên navneteweyî û mirovî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û kirinên rêxistinên kendavî û ewropî yên guhertina demografiya herêmên dagirkirî, şermezar kir.

Mihemed Reşîd bang li civaka navneteweyî kir ku yekser destwerdan bikin, hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin ku sûcên dîrokî û yên mirovî li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê pêk anîne.

Back to top button