Hunermend Rojnamavan û xelkên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan banga tekoşînê kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike; pê re jî her ku diçe ne razîbûn û helwesta li dijî dagirkeriyê di nava civaka Başûr de mezin dibe.

Rojnamevan, Hûnermend û Şêniyên Germiyanê bang li Hikûmeta Başûr kir ku li dijî dagirkeriyê derkevin.

Nêzî 40 roj in êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Tişta balkêş dewleta Tirk a dagirker cihê dikevnê talan dike û xwezaya Kurdistanê wêran dike.

Tevî wê jî heta niha hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê li dijî van destdirêjî û êrîşên dagirkeriyê bê deng in.

Lê di nava kesayetên civakî, rojnamavan û hemû beşê civaka Başûr de her ku diçe ne nerazîbûn û banga tekoşîna li dijî dagirkeriyê û piştgiriya gêralayan zêde dibin…

Hunermend Merîwan Kerîm derbarê mijarê de bibîr xist ku dewleta Tirk dixwaze pîlanên xwe yên dagirkeriyê berfireh bike û destkeftiyên gelê kurd ên heyî ji holê rabike.

Kerîm da diyarkirin ku tenê şermezarkirin têrê nake û bang li gel kir wekî gêrîla li dijî dagirkeriya Tirkiyê çekan rakin.

Rojnameger Ravyar Ebubekir jî, diyar kir ku divê hikûmet, perlemena Başûr û Hêzên siyasî li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest.

Şêniyên Germiyan: Divê hikûmeta Başûr bi gêrîla re li dijî dagirkeriyê derkeve

Şêniyên Germiyanê jî li dijî dagirkeriyê xwedî bertek in.

Welatiya bi navê Sîham Mehemd da zanîn ku gelê Başûrê Kurdistanê çawa rêjîma Baas û Sedam Hisên ji holê rakiriye, wê li beranberî tekoşîna wan wê Erdogan jî nikaribe tiştekî bike.

Welatiyê bi navê Osman Qadir jî êrîşên dagirkeriyê wekî sûcê mezin pênas kir û ji hikûmeta Başûr daxwaz kir bi gêraliyan re li dijî dagirkeriya Tirkiyê derkevin.

Nîhad Goran jî tekez kir ku wê çalakî û helwestên xwe yên li dijî dagirkeriyê dewam bikin.

Yusif Mehemd jî bi welatiyên din re hevpar bû û destnîşan kir ku dewleta Tirk hebûna PKK`ê kiriye hincet da ku dagirkeriya xwe mezin bike.

Mehmûd bang li hikûmeta Başûr û hemû saziyan kir ku li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan.

Back to top button