Şehîd Abdullah El Receb bi merasîmekê li Tirbespiyê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê endamê hêzên xweparastinê Ebdullah El Receb bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê hêzên xweparastinê Ebdullah El Receb di 24 Gulanê de dema ku li ser erka xwe bû li navçeya Şedadê şehîd bû.

Malbat, heval û hogirên şehîd Ebdullah li goristana şehîd Dilşêr tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û malbata şehîd Ebdullah jî hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ebdullah bi dirûşme û tilîliyan hat oxirkirin.

Back to top button