Ciwanek Efrînî di girtîgeha dagirkeran de bi êşkenceyê hat kuştin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya ku li dijî sivîlan her diçe zêde dibe.
Dagirkeran di girtîgeha El-Raî de ciwanekî din yê ji gundê Xelnêrê yê Efrînê di bin êşkenceyê de kuştin, ji gundê Basûtê yê Şêrewa jî 7 sivîl revandin.
Her wiha li navçeyên Şiyê û Bilbilê jî çeteyan bi dehan darên zeytûnê birîn.

Di nav pêdengiya cîhanê, Sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîniyan her diçe zêd dibe.

Her wiha, li gorî agahiyên ku tên bi destxistin, rojane navên sivîlên ku di girtîgehên çeteyan de di bin êşkenceyan de têne kuştin eşker dibin.

Malpera Afrinpost ragihand ku di girtîgeha El-Raî de ciwanê bi navê Ismet Reşîd Midewer ê 30 salî di bin êşkenceyê hat kuştin.

Îlona 2018’an, Ismet bavê 4 zarokan ê ji gundê Xelnêrê yê Efrînê hat revandin û beriya sê rojan di bin êşkenceyê de jiyan xwe ji dest da.

Li gorî xizmekî wî, çeteyan cenezaya Ismet radestî malbatê nekir û li cihekî nediyar hat veşartin.

Navenda Belgekirinê: Di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de 151 sivîl hatin kuştin

Beriya çend rojan jî hat eşkerkirin ku jina Kurd a bi navê Mewlîda Niman a 64 salî ya ji gundê Bozîkê yê Cindirêsê di girtîgeha El-Raî de hat kuştin.

Di girtîgeha Babê a çeteyên Tirkiyê de jî ciwanê bi navê Kawa Umer ê 32 salî yê ji gundê Dargirê yê Mabata di bin êşkenceyên giran de hat kuştin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûryê, heta niha nêzî 151 sivîl di bin êşkenceyan de di girtîgehên Tirkyê û yên çeteyên wê de hatin kuştin.

Ji gundê Basûtê yê Şêrewa 7 sivîl hatin revandin

Di çarçoveya guhartina demografî û standina pereyan çeteyên Tirkiyê revandina sivîlan jî didomînin.

Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan bi ser gundê Basûtê yê Şêrewa girt û 7 sivîl revandin.

Li gorê Rêxistinê, 29’ê Gulanê borî, çeteyan şêniyên bi navê

Ehmed Ebidrehman Betal ê 40 salî

Elî Xelîl Xalid ê 25 salî

Kewa Beta Xidir ê 40 salî

Peyman Mihemed Taha Baş ê 32 salî

Hesen Zekî Hemoş ê 48 salî

NecîbMisto Xelîl ê 45 salî

Xalid Ehmed Receb ê 31 salî revandin, heya niha jî çaranûsa wan nediyar in.

Li navçeyên Şiyê û Bilbilê 175 darên zeytûnê hatin birîn

Li aliyekî din, Rêxistinê diyar kir ku ji bo bazarganiya êzingan çeteyan li navçeyên Şiyê û Bilbilê 175 darên zeytûnê birîn.

28 Gulana borî, 100 darên zeytûnê yên şêniyên bi navê Mihemed Elo Şêx Zade û Şukrî Elî Şêx Zade yên ji gundê Enqelê yê Şiyê hatin birîn.

Li gundê Qizilbaşa yê Bilbilê çeteyan 75 dar yên şêniyê bi navê Ebidrehman Ehemd birîn.

Back to top button