Şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Zirganê hemwextî salvegera5. a destpêkirina pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên Daiş’ê, meşek li dar xist û tê de êrîşên li ser herêmê şermezar kir.
Meş ji Çerxerêya Jinê dest pê kir û li navenda Kongreya Star bi dawî bû.
Endamê rêveberiya PYD’ê Omer Kalo di meşê de li ser girîngiya Pêngava Rizgarkirina Minbicê axivî û diyar kir bi saya xwîna şehîdan aramî û ewlehî li herêmê pêk hat û hemû pêkhate bi awayekî wekhev û aştiyane bi hevre dijîn.
Kalo diyar kir ku 1’ê Hezîranê berdewamiya destkeftiyên tevgera azadiya Kurdistanê ye.