Mixalîfa Îsraîlê li dijî Netanyahu koalîsyonê ava dikin

Di nava rojan de deshilata 12 salî bidawî dibe. Qedera deshilata serokwezîrê Îsraîl Netanyahu bi peymana navbera mixalîfan re sînordar maye.

Li Îsraîlê, muxalefeta sereke piştrast kir ku ger peymana parvekirina hêzê ya bi armanca derxistina Serokwezîr Netanyahu ji deshilatê, wê siyasetmedarê rastgir-tund Bennett bibe serokwezîr.

Piştî şer, alozî û wêraniya 11 rojan di navbera Îsraîl û Filistînê de, Serokwezîr Benyamîn Netanyahu encama dixwest bidest nexist.

Piştî hilbijartina 23 Adarê ya li welat, Netanyahu bi tenê maye û nekarî hikumeta nû ava bike.

Serokê muxalefetê Yair Lapid got, tifaqa ku ji aliye îdeolojîk ve ji partiyên ji nuqteyên pir cûda pêk tê, dikare dema Netanyahu ya 12 salan, di nava rojan de bidawî bike.

“Em dikarin hefteya pêş vî karî biqedînin. Di hefteyek de, dibe ku heyamek nû bi serokwezîrê nû li Îsraîlê dest pê bike.”

Di axaftina xwe de, Lapid yekem car eşkere kir ku wan palan kiriye neteweperestê rastgir Bennett li gorî peymanê bikin serokwezîr.

Li gorî nûçeya ku The Guardian parvekirî, Bennett dixwaze beşek mezin a Rojavayê Şerîa kontrol bike.

Ev yek jî dide diyarkirin ku Bennett di aliyê îdeolojî de nêzî Netanyahu ye.

Li gorî medyaya herêmî, ger koalîsyon fermî bibe, dê Bennett di 2 salên despêkê ên wezîfeyê û Lapid jî di du salên dawî de bibe serokwezîr.

Çavkaniyek ji partiya Yesh Atid (Pêşerojek Heye) a Lapid diyar kir ku wê Bennett pêşî wezîfeyê bigire û piştî demekê erkê serokwezîrtyê dewrî wan bike.

Hate diyarkirin ku hîn ne diyar e ka dê dema 4-salî çawa were parve kirin.

Hat diyarkirin ku Lapid ji bo ku piranî li Knesset bimîne bi gelek aliyan re hevdîtin kir û li hev kiriye.

Back to top button