LI TIRKIYÊ HILBIJARTINA HERÊMÎ DENGDANA HILBIJARTINÊ BI DAWÎ BÛ

Îro li tirkiye û bakurê kurdistanê hilbijartina Herêmî pêk hat.
Di hilbijartinê de careke din binpêkirin, zextên polîsan û heta vê carê kes ji hatin kuştin.
Piştî ku dengdan bi dawî bû, jimartina dengan despê kir.

Piştî hilbijartina serokkomarî û parlementeran a 24 hezîrana 2018’an her kes li benda hilbijartina Herêmî bû.

Hilbijartina herêmî ya ku îro despê kir, weke hilbijartinên derbasbûyî bi zext û nelirêtiyan pêk hat.

Vê carê ji wan zêdetir jî disan kes hatin kuştin.

Ji xwe ev rewş jî beriya hilbijartinê jî diyar dibû.

Ji ber bi gotinên nîjadtperestî yên hikumeta faşîst a AKP/MHP’ê sinyala vê yekê dihat dayîn.

Di hilbijartina îro de 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr, li 194 hezar û 390 sindoqan deng dan.

Hilbijartina ku di saetên siharê de despêkir di saetên ber bi êvarî ve bi dawîbûn.

Bi taybet li bakurê kurdistanê hilbijartin di saet 16:00’an de bi dawî bû.

Li bajarên Tirkiyê jî dengdayîn ku saet di 08.00’an de destpê kir.

Bi tevahî 12 partiyên siyasî di hilbijartinê de ketin pêşbirkê.

Li Kurdistanê partiyên Kurdan di bin sîwaneya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dikevin hilbijartinê.

Piştî dengdayîn bidawî bû, wê dest bi hejmartina dengan bê kirin, lê heta ku dengdayîn li Kurdistan û Tirkiyeyê bidawî nebin, tu sindoq nayên vekirin.

Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê, dezgehên ragihandinê jî derbarê encamên hilbijartinan de heta saet 18.00’an nikarin tu nuçeyan bidin.

Di navbera saet 18.00 û 21.00’an saziyên ragihandinê wê tenê karibin nûçeyên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê dide biweşîne.

Piştî saet 21.00’an, êdî hemû saziyên ragihandinê wê karibin bi awayekî serbest nuçeyan biweşînin.

Lê ger ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê guncav bibîne, beriya vê saetê jî dikare destura weşanê bide.

Li bajarên Kurdistanê ku tevlîbûnek zêde hebû, binpêkirin di vê hilbijartinê de jî zêde bû.

Li gelek cihan astengî hatin derxistin, li hinek cihan jî di navbera namzetên muxtaran de şer derket û birîndarbûn çêbûn.

Li Navçeya Poturge ya bajarê Meletî yê Bakûrê Kurdistanê jî, erkdarê AKP’ê gule li 2 erkdarên Partiya Saadetê barandin û ew kuştin.

Her wiha li ser banga HDP’ê ji Ewropayê şande ji bo şopandina hilbijartinan hatibûn Bakûrê Kurdistanê, lê ew jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin.

Li navçeya Hênê ya Amedê endamên şandeya Îtalî yên bi navê Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button