Çavdêriya Sûrî: Ji destpêka aloziya Sûriyê derdor nîv milyon kes hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku derdora nîv milyon kes ji destpêka aloziya Sûriyê û heya niha hatine kuştin.
Çavdêriyê diyar zêdetirî 2 milyon welatiyên Sûriyê birîndar û 13 milyon jî koçber bûne.

Ji destpêka aloziya Sûriyê tenê welatiyên Sûrî berdêl didin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan derbarê kesên ku li sûriyê hatin kuştin ji destpêka aloziya Sûriyê û heya roja îro bîlançoyeke weşand.

Çavdêriya Sûrî ragihand ji 15’ê Adara 2011’an û heta 30`yê Gulana îsal de kuştin 494 hezar û 438 kes belge kirine.

Li gorî bîlançoya Navendê, ji kesên ku hatin kuştin

159 hezar û 774 sivîl di nav de 25 hezar û 48 zarok û 15 hezar û 135 jin hatin kuştin.

91 hezar û 31 Leşkerên Hêzên Hikumeta Şamê hatine kuştin.

66 hezar û 995 çekdarên Dîfaa El-Wetenî yên alîgirên hikumeta Şamê hatine kuştin.

10 hezar û 300 çekdarên biyanî yên alîgirên hikumeta Şamê di nav de 264 leşker û çeteyên rûs hatin kuştin.

215 leşkerên artêşa dewleta Tirk hatin kuştin.

79 hezar û 844 çekdar ên di nava komên çeteyan hatine kuştin.

27 hezar û 765 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û rêxistinên tundraw ên din hatin kuştin.

40 hezar û 628 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Her wiha 436 kesên ne nas ku bi dîmen û wêne hatin belgekirin, hatine kuştin.

Zêdeyî 2 milyon welatiyên Sûriyê birîndarin û 13 milyon koçber bûne

Çavdêriyê di bîlançoya xwe de destnîşan kir ku di operesyonên leşkerî, topbaran û teqînan de zêdetirî 2 milyon û 100 hezar welatiyên Sûriyê birîndar û gazî bûne.

Her wiha derdora 13 milyon welatî ji Sûriyê koçber bûne.

Back to top button