Yûnanîstan ji bo pêşîgirtina li pêla koçberan a ber bi Ewropayê ve ‘ewlehiya’ li ser sînor zêdetir kir.
Yûnanistanê li ser sînorê ji 200 kîlometreyî yê Tirkiyê, ji bo pêşîgirtina li derbasbûna koçberan, sîstema nû ya çavdêriyê û jêvegerandinê bi kar anî.
Dimosthenis Kamargios ku polîsê sînor e bi daxuyaniyekê got,
“Bi rêya sîstema xwe ya nû em li ser herêmê serwer in û amade ne ku koçberan vegerînin cihê ku jê hatine.”
Kamargios anî ziman ku bi rêya topa deng, sîstema nû û wesayitên zirxî dixwazin pêşî li derbasbûna qaçax bigirin.
Yekîtiya Ewropayê beriya pênc salan piştî pêla mezin a penaberan bi armanca “ewlehiya sînor” bi 3 milyar Euroyî razemenî kir.
Yûnanistanê li ser Çemê Merîçê tevî dîwarekî ji pola her wiha gelek tûrên çavdêriyê jî ava kir.