Blomberg: Tirkiye beriya civîna Biden-Erdogan pisporên Rûsî yên S-400 ji welat derxist

Krîza sîstema parastina esmanî ya S-400 a Rûsî li Tirkiyê, navbera Enqere û Waşîngtonê de yek ji xala aloziya sereke ye.
Tora Bloomberg ragihand ku, Enqre beriya civîna Biden-Erdogan posporên Rûsî yên ji bo perwerdekirina S-400 li Tirkiyê bûn, ji welat derxistine.
Bi vê yekê re jî dixwaze beriya civînê peyamek ya kêmkirina aloziyê bide.

Tansiyona S-400 a di navbera Tirkiye û DYA de ku ji serdema Serokê berê yê DYA Donald Trump despêkirî, bi hatina Serokê nû Joe Biden re jî dewam dike.

Joe Biden piştî pêvajoyek hilbijartinê ya bûyeran, 20’ê Çile dest bi erkê xwe kir.

Biden demek dirêj bi Erdogan re peywendî pêk ne anî û ev yek jî bi sedema aloziya S-400’an ve hate şîrovekirin.

Herî dawî di meha Nîsanê de, Biden peywendiyek li gel Erdogan pêk anî û ji bo civîna NATO ya 14 Hezîran ku wê li Bruksel pêk were anî ziman ku wê li hev bicivin.

Tora Bloom-berg ya navenda xwe li DYA ye, beriya civînê têkliyên navbera herdû welatan bi nûçeyekê analîz kir.

Di nûçeya bi sernavê “Tirkiye pisporên mûşekên Rûsî şand mal da ku peyamek ji Biden re bişîne”, hate diyarkirin ku yek ji pirsgirêkên herî mezin a di navbera Tirkiye û DYA de mijara S-400’an ne.

Bi vê yekê re rêveberiya Enqereyê nîşanî Washington da ku ew ji bo lihevkirinê amade ye.

Çavuşoglu: S-400 di bin kontrola Tirkiyê de ye

Amerîka dixwest ku Tirkiye hebûna pisporên leşkerî yên Rûsî li wî welatî bi sedemên wekî sazkirina mûşekan û perwerdekirina leşkeran biqedîne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu doh di serdana xwe ya Atîna de îdia kir ku bi derketina pisporên Rûsî re ev sîstem di bin kontrola Tirkiyê de ye.

Çavuşoglu careke din piştrast kir ku ji bo razîkirina Waşîngtonê wê dest ji mûşekên S-400 bernedin.

Çavuşoglu: Xelasbûna ji sîstema S-400 ne gengaze

Bloomberg ku gotinên Çavuşoglu ragihandî wiha got:

“S-400 wê sedî 100 di bin kontrola me de be. Me piraniya pisporên ji bo perwerdê şandin. Pisporên leşkerî yên Rûsî dê li Tirkiyê nemînin. Ne gengaze em bangên welatek din ên ku mûşekan bikar neynin qebûl bikin.”

Li aliyek din, di nûçeyê de hate diyarkirin ku Çavuşoglu berî hevdîtina Biden-Erdogan bi hempîşeyê xwe yê DYA Antony Blinken re, li Washington an jî Enqerê bicive.

Back to top button