Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana girtiyên azadiyê ên di zîndanên dewleta Tirk de yên li dijî tecrîdê û ji bo Azadiya Rêber Apo bi biryardariyeke mezin didome. Hat diyar kirin girtiyên ku dikevin grevê, cezayê disiplinê û yên keyfî li wan tên birin.
Îro jî li gelek deveran li dijî tecrîdê nerazîbûn û çalakî hebûn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ên li girtîgehan dan destpêkirin bi biryardariyeke mezin didome.

Bi dewrgirtina koma 38’emîn çalakiya greva birçîbûnê di roja 187’an de ye.

çalakiya grevê li Mexmûrê jî di roja 166’an de didome.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 149′ de çalakiya xwe dewam dikin.

Li girtîgeha jinan a Amedê şewat derket

Li Girtîgeha Jinan a Amedê li beşa ku girtî lê dimînin şewat derket.

Jinên ku ji ber şewatê rakirin nexweşxaneyê gotin, “Îşkenceyê li me dikin.”

Li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan didomin

Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê bi armanca dijhiqûqiyên li girtîgehan bipoşînin di 4-10’ê Gulanê de çû serdana girtrîgehên Marmarayê.

Parêzer Destîna Yildiz derbarê serdanê de axivî û diyar kir ku ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê hatiye birin û got:

Li girtîgeha Kandirayê û Tîpa L ya Sîlîvriyê rêveberiyên girtîgehan xwestine girtiyên di grevê de dawî li çalakiyê binin.

Li gel hemû binpêkirinan, xwarina pêwist ji bo giryên grevê dewr dikin yanê dayîn.

Girtiyên dixwazin, bi nameyan binpêkirinên heyî ji saziyên netewî û navnetewi re ragihin tên astengkirin.

Parêzer Destina herî dawî banga hestyarî û piştgiriyê ji bo girtiyan kir û xwest ku Tirkiye berpirsyariya xwe bîne cih.

”Divê jin azadiya Rêber Apo bikin armanca xwe ya sereke”

Endama Meclisa navçeya Fafîn a kantona Şehbayê Selwa El-Hemed jî diyar kir divê jin azadiya rêber APO bikin armanca xwe ya sereke û got:

Armanca Tirkiyê jî ew e ku têkiyên di navbera rêber Abdullah Ocalan û gel de qut bike.

Selwa El-Hemed destnîşan kir komplo û hewldanên dewleta Tirk ên astengkirina fikirê rêber Abdullah Ocalan hatin têkbirin.

Jinên Kurd ên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar û bang li ciwanên Kurd kirin ku hîn bi xurtî tevlî nava refên têkoşînê bibin.

 

Back to top button