Kongreya Kombûna Jinên Zenûbiya bi dawî bû

Duh Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê hat lidarxistin û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Kongre bi beşdarbûna 150 nûnerên jin ên siyasî û leşkerî li dar ket û tê de rewşa jinan hat nîqaş kirin, rapora çalakiyên jinan li ser asta Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Minbicê hat xwendin.

Piştre Rêziknameya Kombûnê ji aliyê Berdevka Komîteya Jinan a Dêra zorê Şehrezad El-Casim ve hate pêşkêşkirin.

Şehrezad El-Casim bal kişand ser armanca kombûnê ya ji bo yekkirina enerjiya jinên Sûriyê û xurtkirina têkoşîna wan li hember hemû cureyên qirkirinê.

Kongre ku wê navenda xwe ya sereke li Reqayê ava bike, ji bo rêveberiya giştî 7 endamên Kombûna Jinên Zenûbniyayê hilbijart.

Kongre bi encamnameyê bi dawî bû.

Back to top button