Li Îraqê yekemîn kes bi vîrosa Kîvarka Reş jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tendirustiya Îraqê ragihand ku li Îraqê yekemîn kes bi vîrosa Kîvarka Reş  jiyana xwe ji dest da.

Duh berdevkê Wezareta Tendirustiya Îraqê Seyf Elbedir ji France Press re ragihand ku mêrekî 51 salî ji parêzgeha Ennasiriya bi vîrosa Kîvarka Reş jiyana xwe ji dest da.

Li gorî wezaretê heta niha çar kesên din bi vîrûsê ketine û li nexweşxaneyeke Ennasiriya tên dermankirin.

Tê zanîn ev nexweşî taybet di nava pêketiyên coronayê de belav bû, nexweşiyeke kujer e, ji sedî 50 pêketiyên wê jiyana xwe ji dest didin.

Back to top button