Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê Dr.Hesen Emîn eşkere kir ji ber dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye, li herêmê nexweşî zêde bûne.
Dr.Hesen Emîn da zanîn bi hatina havînê re û di encama qutkirina ava çemê Firatê û tunebûna kehrebeyê nexweşî derdikevin.
Dr.Hesen da zanîn ji ber qutkirina ava stasyona Elok jî av qirêj bûye û nexweşiyên wekî jehrbûn û îltîhabat bi taybet bi zarokan re belav bûne.
Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn anî ziman: “Ji ber Dewleta Tirk ava çemê Xabûr qut kiriye, çem veguherî çiravên biçûk û bûye jêdera nexweşî û mîkroban û nexweşiya laşmaniyê jî gelek belav bûye.”