Li nêzî Berava Gakis mezintirîn keştiya Îranê şewitî

Li nêzî Berava Gaske agir bi mezintirîn keştiya leşkerî ya Artêşa Îranê ket.

Ajansa Fermî ya Îranê Faris da zanîn ku Artêşa Îranê ragihand agir bi keştiya Xark a Perwedeyê ku li deryaya navdewletî bû, ketiye.

Ajansê diyar kir ku bêyî ziyanên canî derkevin hemû karmendên li keştiyê hatin dûrxistin.

Keştiya Xark mezintirîn keştiya leşkerî ya Artêşa Îranê ye û di karê piştgiriya lojistîk ya artêşê de tê bikaranîn.

Giraniya keştiyê jî bi qasî 33 hezar ton tê.

Rayedarên Îranê diyar kirin ku Îsraîl li pey bûyerê ye û Îsraîlê jî ev tewanbarî red kir.

Back to top button