KCK: Tevgera Azadiyê bi hişmendiya 1’ê Hezîranê têdikoşe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê diyar kir di nava 17 salan de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê guherînên mezin pêk anî û wiha got,
“Tevgera azadiyê û gerîla, bi ruhê 15’ê Tebaxê û hişmendiya 1’ê Hezîranê li dijî êrîşên dagirker û hêzên mêtinger têkoşîneke mezin dimeşînin. Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, gerîla berxwedaneke dîrokî dimeşîne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê di destpêka daxuyaniyê de şehîdên pêngavê bibîranî û soza pêkanîna armancên wan da.

KCK’ê destnîşan kir ku Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hem dewama Pêngava 15’ê Tebaxê ye û wiha got,

“Di demekê de ku hêzên komploger yên navneteweyî, duvîkên komplogeran yên hundirîn û dewleta Tirk dixwestin Tevgera Azadiyê tune bikin ev pêngava dîrokî hate pêşxistin.”

KCK’ê bibîrxist, piştî ku Rêber Apo bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, di pêvajoya agirbestê ya 5 salan de Rêber Apo û tevgera azadiyê gelek caran li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bang kir û wiha dewam kir,

“Lê belê dewleta Tirk digot ku PKK wê êdî nikaribe şer bike.Tasfiyekariya navxweyî jî ji bo pêşî li têkoşînê bigirin hewl dan partiyê bi dest bixin. Lê belê Rêbertî li ser bingeha paradîgmaya nû, feraseta rêxistin û têkoşînê ya nû danî holê. Lewma tasfiyekaran li pêşberî vê yekê ji bilî revê tiştekî din nedîtin.”

KCK’ê da zanîn di 1’ê Hezîrana 2004’an de gerîla di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo de, pêvajoyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin û li dijî êrişa tasfiyekirina PKK’ê bi xurtkirina têkoşînê bersiv da komplogeran û hevkarên wan ên Kurd.

KCK’ê destnîşan kir ji 1’ê Hezîrana 2004’an heta niha di nava 17 salan de Tevgera Azadiyê ya Kurd guherînên mezin kir.

“Tevgera me ya azadiyê û gerîla, bi ruhê 15’ê Tebaxê û hişmendiya 1’ê Hezîranê li dijî artêşa Tirk a dagirker û hêzên mêtinger têkoşîneke mezin dimeşînin. Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, gerîla li dijî êrişa komployeke nû ya dewleta Tirk û piştevanên wê berxwedaneke dîrokî dimeşîne.”

Back to top button