Isaac Herzog bû serokomarê Îsraîlê

Tevî aloziya leşkerî ya navbera Îsraîl û Filistîniyan, li nava Tel Evîvê aloziya siyasî serwere.
Di nava vê aloziyê de lîderê berê yê partiya Karkeran a Îsraîlê Isaac Herzog bû serokomarê welat.
Ji bo avakirina hikumeta nû jî îro roja dawî ya dema ji bo mixalîfan hatî diyarkirin e.
Gelo deshilata Serokwezîr Netanyahû ya 12 salan wê bi dawî bibe, wê îşev xuya bike.

Aloziya siyasî ya piştî hilbijartina 23 Adarê li Îsraîlê derketî, didome.

Di nava vê aloziya heyî de lîderê Partiya Karkeran û Serokê Ajansa Yahûdî Isaac Herzog bû serokomarê welat.

Meclisa Îsraîlê serokomariya Herzog erê kir.

Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê, Herzog bû serokomarê 11. yê Îsraîlê.

Di vê navberê de ji bo avakirina hikumeta nû, dema ku ji bo mixalîfetê hatî dayîn ji îşev bidawî dibe.

Ji bo avakirina hikumeta nû, dema ji bo muxalefetê hatî dayîn bi dawî dibe

Li gorî qanûnên hilbijartinê ya welat, ji bo serokê mixalîf Yair Lapid 28 roj dem hat dayîn ku koalîsyonek ava bike.

Ger Lapid rêjeya dengên pêwist ya piraniya dengan bigre, divê serokwezîr îşev agahdar bike.

Bi vê yekê re tê xwestin deshilata serokwezîr Benyamîn Netanyahû bidawî bibe.

Ger koalîsyonek çênebe, wê Îsraîlî careke din biçe hilbijartinên pêşwext.

Lapid û serokên partiyên ku plan dikirin ku bibin hevalbend doh li Tel Evîv civiyan da ku li ser hûrguliyên dawîn gotûbêj bikin.

Medyaya herêmî ragihand ku di navbera aliyan de li ser hin wezaret û komîteyan nakokî derketine.

Li gorî peymanê, Lapid wê di nava du salên despêkê de erkê serokwezîrtiyê bigre.

Piştre jî wê rikberê wî yê siyasî yê yê serokê Partiya rastgir-tund Naftali Bennett be.

Ji bo Lapid bigihêje piraniya dengên pêwist, rola Bennett girîng.

Pêwistiya Lapid ji 120 kursiyên Knessetê bi 61’an heye.

Ji ber vê hindê çend alîgirên xwe winda kirin dikare koalîsyonê hilweşe.

Back to top button