Senatorên Rûsya ji bo Navalny di hilbijartinê de nebe namzet qanûnan derdixe

Senatorên Rûsî ji bo ku lîderê muxalîf Alexei Navalny di hilbijartina de nebe rikberê Pûtîn, bi piraniya dengan pêşnûme qanûna astengkirina Navalny erê kir.

Li gorî nûçeya The Moscow Times, pêşnûme qanûna di beşê jêr yê parlamentoya Rûsya Duma de kete dengdanê.

Pêşnûmeya ku weke astengkirina Navalny ya di hilbijartinên bê de tê nirxandin, rastî piştevaniya senatorên Konseya Federasyonê jî hat.

Dozgeriya Rûs bi îdiaya nelirêtî û kampanyayên wexfa alîgirên Navalny yên bi dij-qanûnî tên binavkirin, di mehên pêş de wê biryara dawî bide.

Ger di dawiya biryarê de ve yek weke neqanûnî were binavkirin, wê di parlamentoyê de jî bikeve dengdanê.

Piştî vê yekê êdî wê kesên ku navê wan bi vê biryarê re derketî, nekarin bibin namzet.

Lîderê mixalîfên Rûsya Alexei Navanlny piştî dermankirina xwe ya li Almanya vegeriya welat di 17’ê Çileyê de li balefirxaneya Moskowa hate girtin.

Ji wê rojê ve Navalny li ser rêya dedgehê ye.

Back to top button