Malî..Choguel Maiga piştî darbeyê bû serokwezîrê nû yê welat

Piştî darbeya leşkerî ya 24’ê Gulanê li Malî pêk hat û Assimi Goita xwe weke serokomar ragihand, vê carê Maiga jî weke serokwezîr erkdar kir.

Di nûçeya ajansa fermî ya Malî Amap de, hat ragihandin ku Choguel Maiga ku beşek ji platforma dijber M5-RFP ye, ji aliyê Goita ve wekî Serokwezîr hatîye erkdarkirin.

Ev erkdarkirin piştî civîna Civaka Aborî ya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) ku 30 Gulanê pêk hatî derket.

Lîderê welatan, di civîna xwe de daxwaza erkdarkirina lîdereke ji qada civakî kiribûn û gotibûn,

Heta ev yek pêk were wê endamtiya Malî rawestînin.

Damezrênerê Tevgera Niştîmanî ya Nûjeniyê, Maiga yê63 salî ji 2002’an heta 2007’an wezîrê pîşesazî û bazirganiyê û ji 2015 heta 2016’an jî wezîrê aboriya dîjîtal û ragihandinê bû.

Maiga di nav kesayetiyên payebilind ên platforma dijber M5-RFP de bû.

Her wiha ji bo îstifaya Serok Ibrahim Boubacar Keita ku bi darbeya 18’ê Tebaxa 2020’an ji erk hate girtin jî roleke sereke leyîstbû.

Back to top button