“Kombûna Jinan a Zenûbya”..kongra yekem a kombûnê bi encamnameyekê bi dawî bû

Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya piştî nîqaşên li ser rêzikname, hilbijartina rêveberiya herêmên Reqa, Minbicê û Tebqayê, duh bi encamnameyê bi dawî bû.
Di encamnameyê de îşaret bi bilindkirina têkoşîna jinan û pêşxistina wan ya di warê siyasî de hat kirin.

Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya bi beşdarbûna 150 nûnerên jin ên saziyên leşkerî û siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxsitn.

Kongr bi nîqaşên li ser bendên rêziknameyê ku ji aliyê beşdaran ve hatin êrêkirin hate destpêkirin.

Di kongreyê de rewşa rêxsitinî ya jinan hate nirxandin, piştre rapora çalakiyan hate xwendin.

Piştre rêziknameya kombûnê ji aliyê Berdevka Komîteya Jinan a Dêrazorê Şehrezad El-Casim ve hate pêşkêşkirin û wiha got:

Kombûna Jinên Zenûbiya rêxistineke siyasî, rastqîn, civakî û ekolojîk a jinan e.

Kombûn ji bo yekkirina enerjiya jinên Sûriyê û pêşxistina rewşa wan di hemû astan de ye.

Ji bo navenda kombûnê jî nîqaş li ser bajarê Reqayê hate kirin.

Piştre sinevîzyonek li ser xebatên jinan ên salên borî li her çar herêman hate pêşandan.

Her wiha, 7 rêveberên Kombûna Jinên Zenûbya yên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê hatin hilbijartin.

Di dawiyê de endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xûd El-Îsa encamnameya kongreyê xwend û ev tişt anî ziman:

Têkoşîna li ser şopa şehîdan were meşandin.

Rawestandina şer û pêkanîna aştiya mayînde li Sûriyê û berdana tevahî girtiyan û xebata li ser vegerandina koçber û penaberan.

Divê li gorî pîvan, mîsaqên navneteweyî û biryarên wê pabendî bi mafên jinan were kirin.

Rakirina dosyayên sîuqastkirin û kuştina jinên sivîl ji dadgehên navneteweyî re û şopandina wan dosyayan.

Bidawîkirina tevahî dagirkirinên li Sûriyê.

Pêkanîna pêngavên rêxistinî û fikirî û pêşxistina rola jinan di siyasetê de.

 

 

Back to top button