Meclisên sivîl û leşkerî yên Minbicê: Ji bo rêgirtina li pêşiya fitneyê me 3 biryar girtin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Leşkerî ya bajêr û tevî şêxên êlên herêmê derbarê buyerên ku du roj berê qewimîn diyar kirin, Kesên ku hatine girtin wê bên berdan, Komîsyoneke lêpirsînê wê bê avakirin û Pêngava Erka Xweparastinê wê bê rawestandin û careke din li ber çavan bê derbaskirin.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî bang li welatiyan kir ku li hember xetere û fitneyan hişyar bin.

Hin kes ji bo derxistina fitneyan û têkbirina aramî û ewlehiyê bajarê minbicê di nav tevgerê de ne.

Ji bo hişyarkirina gel ji bûyerên ku li Minbicê rû dan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Meclisa Leşkerî ya bajêr, bi şêxên êlên li herêmê re civiyan û di encamê de 3 biryar dan.

Rêveberiyê sersaxiyê ji xelkê Minbicê û gundewarên wê re û ji birîndaran re şîfa lezîng xwest.

Di daxuyanê ev tişt hat gotin:

Minbic û gundewarên wê di şert û mercên hesas re derbas dibe ku divê hemû bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hemberî xwîna şehîdan û ewlehiya Minbicê û xelkê wê bînin cih.

Lê mixabin 2 rojên dawîn, bûyerên biêş rû dan ku di encamê de xelkê me yê ku daketibû qadan, birîndar bûn.

Li gorî civîna me ya bi rûspiyên êlên Minbicê re, li gorî daxwaz û pêşniyarên wan û ji bo parastina ewlehiya bajêr û rêgirtina li pêşiya fitneyê, me li ser van xalan li hev kir:

1- Rawestandina hemleya pêkanîna erka xweparastinê li Minbicê û gundewarên wê ku divê careke din di ber çavan re were derbaskirin.

2- Divê hemû kesên di bûyerên dawîn de hatine girtin, serbest werin berdan.

3- Divê komîteyeke lêpirsînê were avakirina da ku detayên gulebarandinê lêkolîn bike û hesabê ji kesên ku têkiliyan wan di bûyerê de hene, were xwestin.

E lî El-Ebo: Divê her kes li hember xeteriya li ser me û zarokên me hişyar be

Derbarê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî weha got:

Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke mezin e, hevgirtina di navbera netewe û pêkhateyên wê de û aramî lê peyda dibe.

Ji ber vê yekê jî gelek kes çavên wan li aramî û ewlehiya herêmên me ne.

Elî El-Ebo dawiyê got:

Bi navê Rêveberiya Sivîl em bang li her kesî dikin ku di vê pêvajoya hesas de berpirsyariyê bigirin ser milê xwe.

Her weha bang li şêniyan dikin ku li hember xetereya li ser me û zarokên me hişyar bin. Ji ber gelek alî hene dixwazin ewlehî û aramiya me têk bibin.

Back to top button