Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Şervan Kobanê

Îro şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê şehîd Mehmûd Îsa yê ku li herêma Metînayê di berxwedana li dijî artêşa Tirk de şehîd bûbû, xwestin.

Bi sedan şêniyên Kobanê û gundewarên wê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê, nûnerên saziyên civaka sivîl û leşkerî li gundê Solan ê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Şervan Kobanê re xwest.

Di merasîma sersaxiyê de hat diyar kirin ku Şehîd di dîrokê de xwedî cihekî bilind in û bi saya wan destkeftiyên mezin hatin bidestxistine.

Şehîd Mehmûd Îsa (Şervan Kobanê) di 18’ê Nîsanê de, di şerê li herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbû.

Back to top button