”Rêxistinên alîkariyê li gorî polîtîkaya welatên xwe tevdigerin”

Endama Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinên Mirovî Xedîce Asim rewşa koçberên Serêkaniyê yên li navçe û gundewarên Til Temirê dijîn nirxand û diyar kir ku rêxistinên alîkariyê li gorî polîtîkayên welatê xwe tevdigerin, êş û daxwazên koçberan jî nabînin.

Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dest bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Di encamê de bi hezaran şênî ji Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûn.

Niha zêdetirî 4 hezar koçber li dibistan, gundên aşûriyan û Çiyayê Kizwanan ên navçeya Til Temira Kantona Hesekê bicih bûne.

Şêniyên neçarî koçberiyê bûn diyar kirin ku ew ne alîkariyê, ew axa xwe dixwazin.

Der barê rewşa koçberan de, Endama Nivîsgeha Karûbarên rêxinstinên mirovî Xedîce Asim axivî.

”Ev 8 meh in rêxistinên mirovî serî li koçberan neda ne”

Xedîce destnîşan kir ku ev 8 meh in rêxistinên mirovî serî li koçberan neda ye.

”Divê dewleta Tirk ji bajarên dagirkirî derkeve”

Endama Nivîsgeha Karûbarên rêxinstinên mirovî Xedîce Asim dawiyê dibêje:

Divê rêxistinên mirovî xwedî helwest bin, da koçber bi rehetî vegerin ser axa xwe û jiyana xwe dîsa bidomînin.

Pêwîst e zextê li dewleta Tirk bikin da ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê derkeve û gelê vegerin ser axa xwe.

Back to top button