Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li welatiyên Minbic û eşîrên wê kir ku nekevin xefka fitneyan û ewlehî û berjewendiya giştî biparêzin.
Rêveberiyê balkişand li ser hewildanên tevliheviyê yên hikûmeta Şamê û Tirkiyê li heremê pêk tînin û anî ziman got:
“Ji destpêka rizgarkirina Minbicê heta îro gelek alî hewl didin bi awayekî plankirî ji nû ve terorê zindî bikin û aramiya ku ji destpêka rizgarkirina wê ve peyda bûye têk bibin.
Rêveberiya Xweser piştrast kir xwepêşandanên aştiyane mafê gel yê rewa ye û ew tim bi gel re ne. ”
Dawiyê got “Di van du rojên dawî de şaneyên hikûmeta şamê û dewleta Tirk bi rêka van xwepêşandanan dixwaze aramiya heremê têk bibin û divê gelê me hişiyar be.”