Meclisa Jinan a PYD: Divê jinên li herêmên dagirkirî werin parastin

Meclisa Jinan a PYD’ê li Herêma Firatê kombûnek li navenda Kongreya Star a Kobanê li dar xist û tekez kir “Divê li himber tundiya li ser jin li herêmên dagirkirî,were seknandin.”

Ev kombûn di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava Meclisa Jinan a “Na ji komplo, na ji dagirkerî û na tundiyê re” pêk hat.

Meclisa jinan daxuyanî da û anî ziman “Şoreşa azadî û demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinê pêk hat, jinan tevahî qeydên bi navên kevneşopiyên civakî ,têk birin.”

Meclisê dawiyê banga rawestandina hemû cureyên tundiya li dijî jinê bi taybet li herêmên dagirkerî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ya pêk tên, kir.

Back to top button