Projeya sererastikirina stasyona Baxozê hate destpêkirin

Desteya Xizmetan û Şaredariyan a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi armanca pêşwazîkirina pêdiviyên welatiyan, dest bi ji nû ve çaksazkirina stasyona avê ya Baxozê kir.

Piştî dewleta Tirk a dagirker ava Çemê Firatê qut kir, mijara peydakirina avê bandor li jiyana welatiyên li ser xeta Firatê taybet Şêniyê Baxozê kir.

Xebatên çaksazkirina stasyona Baxozê ku avê dide sedî ji 80 bajar bi armanca peydakirina ava vexwarinê ji 45 hezar kesî re hatiye destpêkirin.

Stasyona behsa mijarê di sala 2001`an de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji xizmetê derketibû.

Endamê Rêvebeirya Stasyonê Nûredîn Salih El-Ibêd derbarê pirojeya çaksazkirinê ji Ajansa Hawarê re axivî û diyar kir wê stasyon di saetekê de 160 metir dam av belav bike.

Di heman demê de Şêniyên baxozê kêfxweşiya xwe bi pirojeyê anîn ziman.

Back to top button