Çeteyên dagirker zevî û malên gundê Sironcê yê Girê Spî şewitand

Çeteyên dagirkeriya Tirk mal û zeviyên şêniyên gundê Sironcê yên li Rojavayê Girê Spî gulebaran kir û şewitandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev bi çekên giran mal û zeviyên şêniyên gundê Sironcê yê 15 kîlometre li rojavayê Girê Spî ye, kirin armanc.

Di encama topbaranê de zeviyên gûndiyan hatin şewitandin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê jî ji bilî şewata zêde ya zeviyan gelek mal jî wêran bûn.

Back to top button