HPG: Artêşa Tirk a ku ji gerîla derbên giran dixwe cihên sivîlan bombebaran dike

Artêşa Tirk a dagirker ku 40 roj in êrîşî başûrê Kurdistanê dike li ber berxwedana gerîlayên Kurdistanê derbên giran dixwe.
HPG’ê diyar kir dagirkerên ku di encama çalakiyên gerîlayan de windahiyên mezin didin cih û deverên sivîlan bombebara dikin. HPG’ê da zanîn şewata ku ji ber bombebaranan derketiye hê jî dewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên navnetewî û hêzên paşverû yên herêmî û Kurd ji 23’yê Nîsanê ve êrîşî başûrê Kurdistanê dike.

HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir leşkerên Tirk yên dagirker roja 1’ê Hezîranê ji qadên Dola Maran, Tabûra Ereban û Dola Konferansê yên bi ser herêma Avaşînê qedemeyekê paşve vekişiyane.

HPG’ê destnîşankir, tevî nerazîbûnên gelê başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker cih û deverên sivîlan bi zanebûn bomebaran dike, bombeyên ku şewatê derdixin diavêje. Hat diyar kirin şewata ku ji ber bomebaranê derketiye hê jî dewam dike.

HPG’ê da zanîn 2 û 3’yê Hezîranê Girê Zendûra, qada Koordînê, gundên Derarê, Serarû, Deşîşa û Qela Qumriyê yên bi ser herêma Metîna; qadên Şamkê, Ciloyê Piçûk, Çemço yên bi ser herêma Zapê û Qada Tabûra Ereban ya bi ser herêma Avaşînê bi helîkopter û balafirên şer hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van bomberanan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 24’ê Gulanê gerîlayên wan yê bi navê Zafer Kapici bi nas nav Andok Erdîş li herêma Avaşînê di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye.

HPG’ê diyar kir gerîla Andok li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, li qadên Stûnê û Basyayê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir û di vê berxwedanê de destana lehengiyê afirand.

HPG’ê sersaxî ji malbata gerîla Andok Erdîş û gelê Kurdistanê re xwest.

Back to top button