BÛLDAN: POLÎTÎKAYA QEYÛMAN TÊK ÇÛ EM BI SERKETIN

piştî dengdan bi dawî bû û encanên hilbijartina yên hin bajaran eşkere bû hevserokên HDP’ê daxuyaniyên çapemeniyê dan û gotin:
Polîtîkaya qeyûman û hişmendiya wê têk çû, siyaseta demokratîk ya HDP’ê bi serketin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li Amedê li ser hilbijartinê ji bo girseya gel re daxuyaniyek da.

Bûldan got:

Îro em bi hev re şahidiyê ji pêvajoya dîrokî re dikin.

Em li Amedê bi hev re şahidiya serketinê dikin.

Ev serketin serketina jian, ciwanan e. Serketina Kurdan e. Serketina gelên Tirkiyeyê ye.

Hê encamên gelek deveran nehatine eşkerekirin.

Li gorî encamên hatine eşkerekirin li her devera Tirkiyê hêzên demokrasiyê û Kurd bi serketine.

Li her deverên Tirkiyeyê Partiya Demokratîk a Gelan bi serketiye.

Îro gelê me anî ziman ku wê tecrîdê nepejirînin. Gelê me payama ku polîtîkayên qeyûman têk çûye dan.

Yên bi serketin li Tirkiyeyê Kurd û hêzên demokrasiyê ne.

TEMELLÎ: LI DIJÎ HIŞMENDIYA QEYÛMAN EM BI SERKETIN

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li Navenda Giştî ya partiya xwe li ser encamên hilbijartinê civînek ji bo çapemeniyê lidar xist.

Temellî diyar kir ku bi vîn û îradeya gel HDP’ê bi serket û got:

HDP ne tenê ji bo di hilbijartina şaredariyan de bi ser bikeve kar kir, heman demê ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêyên demokrasiyê çareser bibin û aştî pêk were kar kir.

Di dema kapmanyaya hilbijartinê hatin kirin de, 4 hevrêyên me li zindanan canê xwe bexşandin.

Li dijî hişmendiya qeyûman me serketinek mezin bi dest xist. Li rojava me AKP-MHP têk bir.

Divê ji van encaman ders bê girtin.

BÎLGEN: LI TIRKIYÊ DEMOQRASÎ BI SER KET

Ayhan Bîlgen li ser twîtterê daxuyaniyeke kurt da û got ku “Tevî Kurd, Tirkmen, Azer, Terekeme, karmend, xwendekaran em bi ser ketin. Qers bi ser ket. Aştî û demokrasî bi ser ket.”

Leave a Reply

Back to top button