Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 seatên dawî de 27 kesên din bi Vîrûsa Corona yê ketin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku ji pêketiyan 15 mêr û 12 jin in.
Mustefa destnîşan kir ku 2 kesên bi Corona ketibûn, baş bûne.
Bi van daneyan, jimara kesên ku bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilayê Sûriyê gihiştiye 17 hezar û 946 kes.
Ji wan 732 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 817 kes jî baş bûn.