Îro li Şehbayê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl Hemo, ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, merasîma sersaxîyê hat li dar xistin.
Merasîm li Kampa Veger a li Navçeya Şêrawayê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ve hate lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Efrînê tevlî merasîma sersaxiyê bûn.
Di merasîmê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Kenco axivî û sersasxî ji malbata Ş. Xelîl re xwest.
Bi navê Kongreya Star a navçeya Şêrawayê Rîhane Elî axivî û bal kişand li ser berxwedana gel ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê.
Rîhane diyar kir ku ewê li ser rêya şehîdan bimeşin heta ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bibe.
Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) Rûken Bazîko wesîqeta şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.