Gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa hat topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro careke din êrîş birin ser gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawayê.
Li aliyê din Hêzên Rizgariya Efrînê bersiva êrîşên li ser gundê Soxanekê dan û 2 çete hatin kuştin.

Di encama êrîşa li ser gundê Aqîbê de, zirarên madî çêbûn û bi dehan pez jî ji ber topbaranê telef bûn.

Çeteyên dewleta Tirk hewl dan têkevin gundê Soxanekê yê Şêrawa

Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk hewl dan bikevin gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa.

HRE’ê êrîşa çeteyên dewleta Tirk têk bir

Li gorî nûçeya ANHA’yê Hêzên Rizgarkirina Efrînê bersiva êrişan da û êrişa çetayan têk bir.

Li gorî nûçeyê di şer de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.

Li aliyê din di dema hewldana ketina gund de mayîneke ku hatibû çandin bi çeteyan de teqiya.

Artêşa Tirk a dagirker jî bi çekên giran derdora gundê Soxanekê topbaran kir.

Doh bi şev jî çeteyên dagirkeriyê mal û zeviyên şêniyên gundê Sironcê yê li Rojavayê Girê Spî gulebaran.

Di encamê de zeviyên gûndiyan hatin şewitandin.

Back to top button