Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve herî zêde zarokan êş û zehmetî dîtin.
4’ê Hezîranê Roja Navneteweyî ya Zarokên Bêguneh ên Mexdûrên Êrişan e.
Bi boneya vê rojê Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a Şehbayê daxuyaniyek da.
Desteyê diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve herî zêde zarokan êş û zehmetî dîtin.
Desteyê da zanîn ku di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de 76 zarokên Efrînê hatine kuştin û 330 zarokên din jî birîndar bûne.
Desteyê anî ziman ku zarokên li Efrînê ji fêrbûna bi zimanê dayikê mehrûm mane û neçar mane ku fêrî zimanê Tirkî bibin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistin, komeleyên sivîl, hiqûqî û mirovî yên zarokan hat kirin ku destwerdanê bikin.