Ukrayan daxwaza cezayên nû li dijî Rûsya dike

Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy diyar kir ku cezayên niha dijî Rûsyayê nema têrkerin û divê siyasetek cezayên nû were pêşxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliye Serokatiya Ukraynayê ve hatî weşandin, Serokdewlet Vladimir Zelenskiy bi Senatorê Amerîkî Jeanne Shaheen, Rob Portman û Chris Murphy re li Kîev civiya.

Di civînê de, Vladimir Zelenskiydiyar kir ku Rusya balafir û alavên xwe yên leşkerî li ser sînorê Ukrayna zêde kiriye û Kirim jî dagir kiriye.

Zelenskiy daxuyaniya Rûsyayê ya vekişandina leşkerên xwe ji sînorên Ukrayna bibîrxist û got:

Ev yek tenê gotinek bû.

Moskowa tenê 10 hezar leşker vekişandiye.

Serokdewletê Ukrayna ji bo piştgiriya leşkerî ya DYA spasiya wê kir û ji bo parastina Ukrayna daxwaza alîkariya zêdetir kir.

Zelenskiy anî ziman ku cezayên di roja îro de li ser Rûsya hatine ferzkirin bitêrê nake û daxwaza zêdekirina cezayên nû kir.

Senatoran jî ev yek piştrast kirin û gotin, ji bo Moskowa leşkerên xwe ji sînorê Ukrayan vekişîne pêwistî bi zextek hîn xurtir heye.

Her wiha bi rêya vîdeo konferansê jî li ser rewşa li Donbasê jî senator hatin agehdarkirin.

Back to top button