Hindistan..2020’an 8700 kesî di encama qezayên trenê de mirin

Li Hindistanê bi hezaran kes salane di encama qezayên trenê de dimrin.
Tenê di nava sala 2020’an de 8 hezar û 700 kesî ji ber qezayên trenê jiyana xwe ji dest dan.
Piraniya van kesan jî karkerên koçberin.

Li gorî nûçeya Televîzyona Delhî ya NÛ (NDTV), Rêvebiriya Rêyên hesin a Hindistanê ragihand ku piraniya kesên ku sala borî di rêyên hesinê de jiyana xwe ji dest dane karkerên koçber in ku hewl didin biçin malê.

Diyar kir ku zêdetirî 8,700 kesan di encama qezayên rûdayî de jiyana xwe ji dest dane.

Ev rêje li gorî salên beriya xwe kêmtir bûye.

Rêveberiyê diyar kir ku karkerên koçber li cihê ku riya din a otobanê bikar bînin, rêya hesinî şopandine.

Ji ber rêyên hesin zêde nayên hilbijartin welatî bivê yekê re dixwazin xwe ji vîrûsa Corona biparêzin.

Li Hindistanê li gorî salên derbasbûyî seferên trenan jî kêm bûne.

Lê tevî vê yekê jî Rêveberiya Rêyên Hesin yê welat mirinên ji ber qezaya trenê pêk tên jî weke derketina ji rê ya tren û bê destûr karanîna wê nîşan didin.

Li welêt 2019’an 15 hezar û 204,

2018 14 hezar 197,

2017 12 hezar û 838

2016 14 hezar û 32 kes di encama qezayên rêyên hesin de mirine.

Back to top button