Hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyan li Heleb û Idlibê topbaran kirin

Li Heleb û Idlibê, hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyan tirkiyê topbaran kir, li Hemayê jî endamekî hikumetê hat kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên Hikumetê eniya gundê Tiqad ê li rojavayê Helebê topbaran kir.

Her wiha cihên çeteyên Tirk ên li herêmên li başûrê Idlibê û herêma li Sehil El-Xab a li rojavayê bakurê Hemayê hatin hedefgirtin.

Li Hemayê endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin

Li Rojhilatê Hemayê yê ku çeteyên DAIŞ’ê lê belav dibin jî, mayîneke bi erebeyek hêzeke girêdayî hikumeta Şamê teqiya

Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encamê de endamekî hikumetê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî: Di meha borî de 280 kes li tevahiya Sûriyê hatin kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî ragihand ku meha Gulanê, li Sûrîyê jê 110 sivîl, 15 zarok û 14 jin bi giştî 280 kes hatin kuştin.

Back to top button