Şaha Xelîl: Bi êrîşên dewleta Tirk re vîna me têk naçe

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl jî derbarê êrîşên dagirkeriyê de da zanîn ku dewleta Tirk wê bi êrîşan ti encamê negre.
Şaha got, “dewleta tirk bi êrîşên hovane nikare îrade û şoreşa me têk bibe.”

Dewleta Tirk her tim bi top û balafirên şer êrîşî herêmên Kurdistanê dike.

Ji 23’ê Nîsana 2021’ê ve dewleta Tirk bi rengekî rojane êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike, ji bo armancên xwe yên dagirkeriyê di wir de jî pêk bîne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrîşên dijwar hene, li kêleka şerê leşkerî, herikîna jiyanê dide sekinandin û ev demeke ava Firatê qut kiriye.

Têkildarî mijarê, Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl nirxandin kir.

Şaha êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrîşên hovane nikare vîna me bişkîne.

Şaha Xelîl: Têkoşîna me bingeha serkeftina me ye

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl di dawiyê de dibêje:

Em weke rêxistinên jin her tim dê çalakiyên me ji bo piştgiriya şervan û gelê me berdewam bikin, têkoşîna me esasê serkeftina me ye.

Back to top button