”Armanca dewleta Tirk têkbirna projeya netewa demokratîk e”

Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî civînek ji Pêkhateyên Tirbespiyê re lidarxistin.
Welatiyên ku beşdarî civînê bûn diyar kirin ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya demokratîk ya li herêmê ye û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin van planan.

Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û xizmetguzarî ji şêniyan re, civîneke berfireh li Hola Nadîn Siyadî li dar xist.

Di civînê de endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Cesûr Silêman axivî.

Silêman di civînê de diyar kir ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra û pêkanîna ewlehiyê li herêm, hin dewlet hewl didin Rêveberiya Xweser têk bibin.

Silêman da zanîn ku pergalên desthilatdar di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de şerê gel dike û ajnîdeyên xwe li herêmê belav dike da ku fitne û tevliheviyê di nav civakê de derxîne.

Her wiha di derbarê xebatên xizmetguzarî de jî endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Cesûr Silêman destnîşan kir ku saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên heyî kar dike da ku pêwîstiyên civakê peyda bike.

Di dawiyê de beşdar axivî û gotin, pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan yek in, em ê li hemberî komployên li dijî ewlehiyê herêmê bisekinin.

Her wiha wan destnîşan kir ku ew hewldanên dagirkeriya Tirk ên ji bo tunekirina her projeyeke demokratîk li herêmê dizanin.

Back to top button