FRANSA: DIVÊ ÇETEYÊN DAIŞ YÊN FRANSÎ BÊN DARZANDIN

Wezîrê Karê Derve yê Frensî Jean-Yves Le Drian diyar kir ku jinên fransî yên li îraqê û Sûriyê şer kirin ew jî çete ne û divê em ferqê nekin navbera çeteyên DAIŞ’ê yên jin û zilam.

Wezîrê Karê Derve yê Frensî Jean-Yves Le Drian ji rojnameya Oyst Frens  re axivî û got:

Helwesta Feransa ji destpêkê ve zelal e, li gel me ti ferq di navbera jin û zilamên DAIŞ’î nînin ew her du jî çetene.

Ew kesên feransî ku cihê xew di nava çeteyên DAIŞ’ê de girtin wan li dijî Feransa şer kir ji ber wê jî ew dijminê me ne û divê li Sûriyê û Îraqê werin darzandin.

Her wiha balkişand li ser zarokên çeteyên DAIŞ’ê û wiha anî ziman:

Divê em bibin hevkarê heyva sor û alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin û divê em ne hestiyar bin di vê mijarê de.

Ya girîng ji bo me divê em rêzdarbin li hemberî zagonên Feransa û em ewlehiya wê biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button