Berdan Ozturk: Ji bo herkes azad bibe divê em tecrîdê bişkînin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civîna gel a Amedê de diyar kir divê tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin û ji bo ku herkes azad bibe.

Di civîna ku Rêxistina HDP’ê ya Amedê li darxist Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku armanca AKP û MHP’ê ev e ku Kurdan tune bike.

Ozturk destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Ocalan bandorê li ser hemû aliyên civakê dike û got:

“Dema ku tê hesabê wan tecrîdê sist dikin, dema ku nayê hesabê wan tecrîdê giran dikin. Lê ev tecrîd li ser hemû kesan e. Ne bi tenê li ser Kurdan, ev tecrîd li ser hemû Tirkiyê ye.”

Ozturk diyar kir ku tenê rêber Ocalan dikare siyaseta riziyayî ya Tirkiyê çareser bike.

Di dawî de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got:

“Divê em tecrîdê bişkînin. Dema ku em vê tecrîdê bişkînin him rêzdar Ocalan û him jî em ê azad bibin.”

Back to top button