Fakulteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rimêlanê hat vekirin

Li bajarokê Rimêlanê, Fakulteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin û dewreya yekemîn a perwerdeyê dest pê kir.

Fakulte li bajarokê Rimêlanê hat vekirin û perwerdeya yekemîn a perwerdeyê bi beşdarbûna 154 efseran hate destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê dê 6 mehan dewam bike.

Merasîm li Akademiya Şehîd Mihyedîn a li bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin.

Fermandariyê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê û desteyên Rêveberiya beşdarî merasîman bûn

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û vekirina fakulteyê li şehîdên azadiyê û pêkhateyên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir

Hevserokê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asim Ehmed axivî û got vekirina Fakulteya Zanista Polîsî derfeteke ji bo xwepêşxistin û hevsengiya di navbera rawabûnê û pêkanîna aramiyê de ye.

Di dawiya merasîmê de endamên tev li dewreya yekemîn bûne, toreneke leşkerî li dar xist.

Back to top button