Xebatên berfirehkirina beşa sêyemîn a kampa Girê Spî bi dawî bûn

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî bi hevkariya hin rêxistinan, xebatên berfirehkirina beşa sêyemîn a kampa Girê Spî bi dawî kir.

Hevserokê Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El-Şêx anî ziman “Hemû pêwîstiyên kampê ji kehrebe, av, û xetên kanalîzasyonê bi dawî bûn.”

El Şêx eşkere kir wan li erdekî nêzî kampê firehiya wê 100 donim e kon danîn û li gorî 33 beşan dabeş kirine.

Ragihand jî ev Kamp têra 550 konan dike û tê de wê pêşwaziya 600 malbatî ji eslê 920 malbatî were kirin û destnîşan kir ku di 6’ê vê mehê de wê dest bi pêşwazîkirina malbatan bikin.

Kampa Koçberên Girê Spî di 22’yê Mijdara 2019’an de li nêzî bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê hate avakirin. Di kampê de 3 hezar û 530 koçber di nava 730 malbatî de hatine bicihkirin.

Back to top button