Salîha Aydenîz: Heya fermîbûna Kurdî em ê di nava têkoşînê de bin

Duh bi dirûşma “Bila kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî” û “Bila sedsala 21 bibe sedsala kurdî”, Tora Çand û Zimanê Kurdî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwest mîtingekê li dar bixe, lê ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz destnîşan kir ku AKP hewl dide zimanê Kurdî tune bike.

Komîsyona Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî di 22’ê Sibatê de pêngava “Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn dan destpêkirin.

Di çarçoveya xebatên pêngavê de, dê li Cizîr, Wan û Amedê Mîtîngên Zimanê Kurdî bên lidarxsitin.

Li ser vê yekê, bi dirûmeya “Bila kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî” û “Bila sedsala 21 bibe sedsala kurdî”, Tora Çand û Zimanê Kurdî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwest mîtingekê li dar bixe, lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Piştî astengkirina mîtingê, li ber avahiya HDP’ê ya Cizîrê, daxuyaniyek hate dayîn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di daxuyaniye de destnîşan kir ku AKP’ê hewl dide bi tecrîdê, zimanê Kurdî ji holê rake.

Back to top button