HDP’Ê LI 8 BARÊN KURDISTANÊ BÛ PARTIYA YEKEMÎN

Belê doh li tirkiye hilbijartina Herêmî pêk hat.
Hilbijartina ku di bin propaganda û gefxwarinan de hat kirin, gelek bajaran dest guhertin.
HDP’ê bi serkeftina 8 bajaran li bakurê kurdistanê bû partiya yekemîn.
Her wiha bi gotina xwe ya despêka hilbijartinê ku ewê li bajarên Tirkiyê ji bi AKP’ê bidin windakirin, weke yek ji partiya serkeftî di hilbijartinê de tê destnîşankirin.

Doh li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartina herêmî pêk hat..

Di saet 16:00 û 17:00 de sindoq li tevahiya tirkiyê hatin girtin..

Piştre hijmartina dengan dest pê kir..

Li gorî daneyên dawî HDP’ê sê şaredariyên bajarên mezin yên Amed, Mêrdîn û Wan û 5 bajar ;

Colmêrg, Qers, Batman, Îdir û Sêrt tevî 50 navçe bi dest xistiye..

HDP, li Amedê hemû şaredariyên ku qeyûm tayîn kiribûn stend.

Li Qers û Îdirê li gel îtîfaqan dîsa HDP bi ser ket.

Bajar û navçeyên ku HDP’ê lê bi ser ket wiha ne:

AMED

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Rezan,Bismil,Çinar,Pîran,Gel, Erxenî, Hazro,
Peyas, Karaz, Pasûr, Lîce, Farqîn, Sûr, Yenişehir

WAN

Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Elbak, Ebex, Artemêtan, Rêya Armûşê
Muradiye, Qelqelî, Serav, Tuşba, Ercîş

MÊRDÎN

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê
Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Stewr

ÊLIH

Hevşaredariya Bajarê Êlihê
Kozluk

Navçeyên Agirî

Giyadîn,Bazîd, Panos

ERZIROM

Qereçoban, Qereyazî, Tatos

MÛŞ

Kop, Melezgirt, Gimgim

BEDLÎS

Norşîn

COLEMÊRG

Hevşaredariya Bajarê Colemêrgê
Gever

ŞIRNEX

Cizîr, Hezex, Sîlopî

RIHA

Pirsûs

ÎDIR

Hevşaredariya Bajarê Îdirê

SÊRT

Hevşaredariya Bajarê Sêrtê
Baykan, Misirc

QERS

Hevşaredariya Bajarê Qersê

Leave a Reply

Back to top button