Hêzên Somalî 70 kes ji Hereka El-Şebab kuştin

Li Somalyayê û li navçeya wê Şibêla Navîn, di encama operasiyoneke Hêzên welat de, 70 çete ji Hereka EL-Şebab hatin kuştin.

Hêzên Leşkerî yên Somalyayê girêdayî operasiyonê daxuyaniyek da û ragihand “Şerekî dijwar di navbera Leşkerên Somalî û Hereket El-Şebab qewimî û di encam de 70 kes ji Hereka El-Şebab hatin kuştin.”

Hat ragihandin ku operasyona hêzên Somalyayê bi Serkêşiya Cinêral Edwa Yûsif Ragî pêk hatiye û tê de serbazekî payebilind ê hêzên leîkerî ya Somalî jî hatî kuştin.

Di operasyona du rojan dewamkirî de hêzên artêşa Somalî zêdeyî 8 gundewarên Somalyayê ji destê Hereka El-Şebab derxistine.

Birya çend rojan jî Leşkerên Somalya ragihandibûn li navçeya Şibêlayê 100 kes ji Hereka El-Şebab di operasiyonekê de hatibûn kuştin.

Back to top button