LEYLA GUVEN 145 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê bi israr dewam dikin.
Hevseroka (KCD) Leyla Guven, 145 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
Komîsyona Girtîgehan a Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê raporek amade kir û diyar kir ku li Anatoliya Navîn 279 girtî di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan kirîtîk e.

Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkiriye di roja 145’an de dewam dike.

Çalakiya koma yekem a girtiyên li girtîgehên Tirkiye jî ev 107 roj in lidare.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe li malê didomînin.

Ji van;

Çalakiya Sedat Akin 86 roj,

Gurbet Ektîren 76, Semra Alkan 85,

Îhsan Sin-miş 34 roj in di greve de çalakiya xwe didomînin.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 30 û ya Tayip Temel û Murat Sari-saç jî 25 rojin didomin.

OHD: LI ANATOLIYA NAVÎN 279 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Komîsyona Girtîgehan a Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li girtîgehan hemûyan belav bûne raporek amade kir.

Komîsyona di raoprê de ragihand ku li Anatoliya Navîn 179 girtî di greva birçîbûnê de ne.

REWŞA ÇALAGER ÇÎNAR YÊ GIRTÎ GIRAN BÛYE

Nivîskar Îlhamî Çinar li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Şakran ya navçeya Alî-aga ya Îzmîrê girtiye ji 5’ê Çileyê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye.

Havîde Bayram hevalê Çinar hefteya derbasbûyî hevdîtin bi Çinar re kiribû, ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Çinar giran e.

Bayram diyar kir ku Çinar bi rêya alîkariya hevalên wî hatiye hevdîtinê û 11 kîlo kêm kiriye.

Leave a Reply

Back to top button