Artêşa Tirk li bajarokê Batûfa ya ser bi Zaxo malên gel dizize

Dewleta Tirk a dagirker, kêleka dagirkerî, birîna daran, niha li başûrê kurdistanê dest bi diziyê kiriye. Leşkerên Tirkiyê dikevin malên şêniyan û xiradê wan didizin.

Artêşa Tirk a dagirker li gundên bajarokê Batufa ya bi ser Zaxoyê piştî dagirkirinê niha jî dest bi dizîna malên sivîlan kirin e.

Ji ber êrişên dewleta dagirker xelkên Bajarokê Batufa neçar man dev ji gundên xwe berdin, ku demeke dirêj derbas bûye û ev gund vala maye.

Şêniyên gundê Ruîs ya ser bi bajarokê Batufa ve, duh di serdana gundê xwe de, dîtin ku malên wan ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatine talan kirin.

Her wiha di dîmenên ku li ser torên civakî jî hatin parvekirin de, kelûpelên di nav malan de hatine şikandin û dizîn.

Hikûmeta başûrê kurdistanê li hember van kiriyaran heta niha bêdeng e.

Back to top button