Mihemed Ocalan: Divê tavilê deriyê Îmraliyê bên vekirin

Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan diyar kir ji bo ku grevên birçîbûnê yên li zîdnana bi dawî bibin divê tavilê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û bi rêber Apo re hevdîtin were kirin.
Mihemed Ocalan got, “Serok Apo ne mirovekî ji rêzê ye.
Ew muxatabê pirsgirêka Kurd e. Ev tecrîd nayê qebûl kirin.”

Tecrîda giran ya li ser Rêber Apo her roj girantir dibe û ev yek jî rê li ber hêrs û fikarên gelê Kurd û derdorên demokratîk vedike.
Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan derbarê tecrîda giran ya li Îmraliyê de ji Ajansa Mezopotamya re axivî û xwest tavilê bi rêber Apo re hevdîtin were kirin.

Mihemed Ocalan da zanîn piştî hev dawî ya bi telefonê a 25’ê Adarê ku 4 deqe û nîvan dewam kir, ji wê rojê heya niha haya wan jê tune ye û wiha got,

“Dek û dolabên çawa tên gerandin, em nizanin. Divê serok sûdê ji mafê hevdîtinê ku mafekî qanûnî ye, bigire. Ne parêzer ne jî malbat nikarin pê re hevdîtinê bikin. Serok ne mirovekî ji rêzê ye. Bandoreke mezin li Rojhilata Navîn dike. Muxatabê Pirsgirêka Kurd e. Ev nayê qebûlkirin.”

Mihemed Ocalan, destnîşan kir ku berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navneteweyî (CPT) û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û got:

“Em herdem tecrîdê bi lêv dikin. Mafên me yên qanûnî tên binpêkirin.”

Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî û diyar kir bi hezaran mirov ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û wiha dawî kir,

“Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin, demildest divê deriyên Girava Îmraliyê bên vekirin. Ez bang li saziyên navneteweyî dikim. Mafê her kesî tên naskirin, lê yên serok na. Ev nayê qebûlkirin.”

Back to top button